Watch FIFA World Cup 2026™

LIVE, FREE and EXCLUSIVE

Rexnegirî pêshvechûnê di civakê de peyda dike

Prisk Mihoyi

Prîskê Mihoyî rojamevan, helbestvan û wergêrvanekî kurdî li Rûsiya û Ermenistanê bi navûdenge. Ew li Ermanîstanê di nav malbeteke kurdên Êzîdî de ji dayî bûye. Prîskê Mihoyî pishtî kutakirina xwendehên seratayî û navîn di sala 1975 de diche Zanîngeha Yêrêvanê û di fakûltiya matêmatêkê dixwîne.


Published

By Mayada Kordy Khalil

Source: SBS



Share this with family and friends


Prîskê Mihoyî rojamevan, helbestvan û wergêrvanekî kurdî li Rûsiya û Ermenistanê bi navûdenge. Ew li Ermanîstanê di nav malbeteke kurdên Êzîdî de ji dayî bûye. Prîskê Mihoyî pishtî kutakirina xwendehên seratayî û navîn di sala 1975 de diche Zanîngeha Yêrêvanê û di fakûltiya matêmatêkê dixwîne.


Di dema salên xwendekarîyê de ew di beshê rojnamegerîyê li heman Zanîngehê dixwîne û dest bi nivîsandina gotar û helbestên dike. Nivîsên wîye pêshin di rojnameya Rya Teze de chap dibin û di radyoya Yêrêvanê beshê kurdî de tên weshandin. Prîskê Mihoyî ji sala 1981 ta dawîya sala 1992 li rojnameya Rya Teze kar dike û bi sedan gotar dinivîsîne. 

Lê pishtî hilweshandina Yeketiya Sovîyêtê ew di sala 1993 de ji Ermenîstanê koche Rûsya dike û li Komara Ûdmûrtyayê nishtecê dibe.   

Di Sala 2002 de Prîskê Mihoyî dibe perpirsyarê sereke yê rojnama Rûsîye bi navê Prîgorodnî Vêstî (Deng û behsên bajêr) û serokê chapxaneyê. Di sala 2013 de ji bo karê wî yê bi rûmet di warê rojnamevaniyê de - navê Rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtayê dane wî.

Herweha Prîskê Mihoyî îsal (2018) du xelatên bilind ji bo xizmeta salên dirêj û serkeftinên di karê xwe da wergirtin. Xelata bi navê Bawernameya Komara Ûdmûrtyayê xelata herî bilinde li Komara dewletê.

Prisk Mihoyi receiving prize
Source: Supplied by Prisk Mihoyi

Mamoste Prîskê Hihoyî gelek gotar û helbest nivîsandine û jimareke ji berhemên wî nuha ji bo chapê amadene.

Ji bo em bêtir li ser kar û xebata mamoste Prîskê Mihoyî bizanibin me hevpeyvînek bi wî re pêk anî.


Latest podcast episodes

Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Stream now