Pirtûk li ser qehramaniya keçên Kobaniyê li dij DAIŞ şer kir û rawestiyan. Pirtûk li ser rola jina Kurd ku çawa li hember DAIŞ şer kir da ku rabere cîhanê bikin jina Kurd dikare şan bi şanê zilaman şer bikin û ji bo mafê jinên ku DAIŞ girtin û wek kole bi kar anîn, DAIŞ hilweşînin û tune bikin.
Pirtûka “Keçên Kobanî” ji aliyê Hillary Clinton û keça wê Chelsea ku wan mafê çêkirina rêzefilîmeke televîzyonî ji nivîskara pirtûkê wergirtine .
Nivîskara romanê li ser fîlmê axifî û got, dê li Amerîka û cîhanê bi milyonan kes temaşe bikin ku çawa ev keçikên ji Kobanîyê li dijî DAIŞ rawestiyan bibînin.
Romanivîsa Amerîkî, ji SBS Kurdî re got ev keçikana ji bo me hemîyan şer dikin û ne tenê ji bo herêma xwe, ku di heman demê de dixwazin aramî di cîhanê de çê bibe.

Kurdish female fighters of SDFgather during a celebration at the iconic Al-Naim square in Raqa on October 19, 2017, after retaking the city from IS Source: AFP
Xatu Lemmon herweha got, ew heft caran derbasî bakur-rojhilatê Sûriyê bû, ji nivîsandina vê pirtûkê ku herweha keçên Kobanîyê bandoreke mezin li ser wê kir bi taybetî keça bi navê Newroz.
Me derbarê derketina pirtûka bi navê Keçên Kobanî – the daughters of Kobani hevpeyvîneke bi nivîskara pirtûkê Gayle Tzemach lemmon pêk anî.





