Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser rewşa dawîn a qanûn û komisyonên ku ji bo pêvajoyê hatine avakirin e. Herwiha, rapor li ser şîna dehan şervanên PKKê ye ku navên wan hatine eşkerekirin û di deh salên dawî de di şer û pevçûnan de hatine kuştin. Di heman demê de li Amedê, bi beşdariya malbatan, şîna 49 şervanan sê rojan hate lidarxistin. Hemû şervan ji Amedê bûn.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Share



