Li gorî rapora salane ya dawî ya Çavdêriya Mafên Mirovan - Human Rights Watch, demokrasî û rêziknameya navneteweyî ya li ser bingeha rêzikan di bin gefê de ye. Balkêşiyeke taybet li ser Dewletên Yekbûyî û tiştê ku saziya navneteweyî wekî têkbirina mafên mirovan bi nav dike heye, lê di heman demê de balkişandinek li ser Australya jî heye. Siyasetên koçberî yên Australya û girtina ciwanan wekî 'kêmasiyên mezin' têne navnîş kirin, ku wekî yekane demokrasiya rojavayî ya bê qanûneke mafên mirovan a netewî tê binav kirin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Share





