Di vê hevpeyvîna tev hevserokê nû yê Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD Enwer Mislim ku tev SBS Kurdî diaxive dibêje divabû kongereyê di dawiya sala par 2019 de cî bigirta û hemû amadekarî hatibû kirin, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk bi ser herêmên kurdan li bakur-rojhilatî Sûriyê ew neçar man ku kongeriya xwe paşve bixin.
Berêz Mislim got: “PYD partiya çareseriyê ye. Projeya partiya me projeyeke demokratîke ji bo hemû gel û pêkhateyên herêmê. Gelek biryar hatin girtin, ev biryar jî ji bo sererastkirina kar û xebatên me ne. Beşek ji van biryaran derbarî partiyên di Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin de ne.”
Berêz Mislim herweha ji SBS Kurdî re li ser yekrêziya mala Kurdî axifî ku ji bo wan ev yek bi nirxe.
“Yekrêziya mala Kurdî ji bo me PYD’ê pir girîng e. Em bi hev re dikarin li Sûriye û bakur rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan xeteke parastinê ava bikin. Helwesta me di kongreyê de zelal bû.”




