Îro em li ser mijareke pir hesas û tevlihev nîqaş dikin - hatina komeke duyemîn a jin û zarokên bi navê bûkên DAIŞ-ISIS brides ji kampên li Sûriyê vegeriyane Australya. Civaka Êzîdî - yek ji komên ku bi hovane ji hêla DAIŞê ve hatine armanckirin – hatina van jinan dikare bîranînên bi êş ji nû ve ji bo Êzîdiyan veke. Hesen Îbrahîm, ji Komeleya Ciwanên Êzîdî beşdarî bernameya SBS Kurdî dibe da ku bandora vegera jin û zarokên ku ji wan re tê gotin bûkên DAIŞ vebêje.
Di hevpeyvînê de, Hesen Îbrahîm, dibêje gelek Êzidî ji hatina jin û zarokên ku bi Dewleta Îslamî DAÎŞê re girêdayî bûn ditirsin û nerazî ne. Ew dibêje ku êş û tromaya ku Êzidiyan li bin destê DAÎŞê dîtine, heta niha jî di bîra wan de maye û hatina van kesan dikare wan bîranînan ji nû ve zindî bike. Hesen diyar dike ku gelek Êzidî bawer nakin ku fikrên tundrew ên DAÎŞê bi hêsanî bêne guherandin, herwiha daxwaza wan ew e ku hukûmeta Australya li ser van kesan li gorî qanûnê tedbîr û berpirsiyarî were sepandin. Ev jî got ku berî vegerandina van kesan, bi civaka Êzidî re şêwir nehat kirin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike





