Raporta Xatice Kamer îroj li ser hilbjartina 24ê Hezîranê ye, ku Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) di lîsta xwe de jibo parlamenteriyê cî daye 230 jinan. Di lîsta Partiya Gel ya Komarî (CHP) 137, Partiya Dad û Pêşevbirinê (AKP) 126 jin hene. ji 12 namzedên HDP yên Amedê 5 jin namzed in, yek ji wan Saliha Aydeniz e. Saliha Aydeniz derbarê hilbjartinê û li ser namzediya xwe ji gohdarên SBSê helwêsta xwe parevedike.
Share





