Hunermenda bînraw Avan Enwer ji me re behsa projeya xwe ya huneriyê dike. Projeya wê derbarî afirandina têkilîyê û hevsengiyekê di navbera paşerojê û îroj, bîranîn û rastiyê de peyda bike.
Gul di jiyana mirovan de dikarin wêneyên erênî biafirînin û di demên şer û wêraniyê de hêvî û ji nû ve zindîbûnê di aliyên geş û tarî bûnê de nîşan bidin.
“Rengên gulîlkan ji bo min xweşbîniya jiyanê û hewldanên derbaskirina dijwariyan temsîl dikin. Di karê min de xwesteka min heye ku ez vê xweşbîniyê bînim ziman û nîşan bidim ku jiyan dê bidome,” dibêje Avan Enwer.


Share






