Nîna Murad di sala 2016 an de şaciwaniya Kurdistanê li dervayê welat qazanc kir. Wê demê pila 2yem bi dest xist. Nîna li bajarê Adelaide wek mamoste kar dike. Lê xewina wê ji zaroktî de ku alîkariya zarokên hewcedar û hejar li Kurdistanê bike. Piştî qazanckirina şaciwaniyê û bi alîkariya jimarek ji rêxistinên xêrxwaziyê li Australya û Kurdistanê, gelek alîkariyên wek cil, pirtûk, kursî û masa bo xwendegehên li Raniya komkirin û rê kirin Kurdistanê. Em derbarê têkildariya wê bi rêxistinên xêrxwaziyê û rola Nîna Murad di rêxistinan de çiye peyîvîn.