Ji bo ciwanên Australî yên ku hêvî dikin xaniyê xwe yê yekem bikirin, bazara milk ya Sydney dibe ku derfetên nû pêşkêş bike, lê erzanbûn hîn jî pirsgirêkeke mezin e. Ajansê milk Omid Jolan li ser lihevkirinên ku kirrûbirên xaniyê yekem hewce ne ku bikin nîqaş dike, di nav de hilbijartina cîhekî cûda, maleke piçûktir an apartmanek. Ew her weha li cihên ku li seranserê Sydney derfet hene û kirrûbirên ciwan dikarin di 12 mehên li pêş de ji bazarê çi hêvî bikin dinêre.
Bazara mal û milk li Sydney guherîye û niha şert hinekî ji bo kirrîna malan baştir in. Li bazarê malên zêdetir hene, kiryar hişyar in û firoşkar jî hêviyên xwe yên li ser bihayê xaniyan diguherînin. Ajansê mal û milk Omid Colan dibêje bihayên malan bi giştî kêm bûne, lê bazar ne di rewşa têkçûnê de ye.
Ji bo kesên ciwan û kesên ku cara yekeme dixwazin malekê bikirin, gihiştina xwedîtiya malê hîn jî dijwar e, bi taybetî ji bo kesên ku yek dahat hene - single income. Omêd pêşniyar dike ku kiryarên malên yekem li ser hin bijarteyan bifikirin, wekî kirîna maleke dûrtir ji navenda Sydney, hilbijartina apartmanekê, townhouse an maleke biçûktir, an jî kirîna maleke ku hewce bi çêkirinê heye. Li gorî wî, kiryarên ku ji aliyê darayî ve amade ne, niha hêza bazarkirina zêdetir û demek zêdetir ji bo lêkolînê hene.
Di 12 mehên bê, Omêd hêvî dike ku bazara Sydneyê di bin serdestiya kiryaran de bimîne û dibe ku bihayên malan hîn jî kêm bibin, lê ew li benda têkçûneke mezin nîne. Li gorî wî, malên ku bi bihayekî rast û di cihên baş de tên firotin, dê performansa baştir nîşan bidin, lê malên ku bi nirxekî zêde tên firotin dibe ku demeke dirêjtir di bazarê de bimînin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike





