Hin caran havîna li Australya gelekî germe, wek em di van çend rojên derbas dibin de dibînin, û ji ber vê yekê jî divêt mirov çermê xwe ji tîroja royê biparêze û kirêma parastina ji royê “sunscreen” bi kar bîne. Şewqa royê ya germ gelekî bi bandor e, lewma girînge ku dema li dervayî kirêma parastina ji şewqa royê bi kar wînî.
Lêkolîneke nû ku ji alîyê Encûmena Şêrpenceya Australya “Cancer Council Australia” raber dike ku xwe-dayîna ber royê “tanning” hîn peyama metirsiyê negihandiye ciwanan e, ku di heman demê de ji sedî 62 ji dostên ciwanan texmîn dikin xwe-dayna ber royê/hetavê tishtekî bashe.
Em derbarê parastina ji tîrîjên royê û şêrpenceya çerm (skin cancer) bi Dr Ismet Mizorî ku pizîşkekî taybet bo şêrpenceya çerm e diaxafin.
Share





