Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Hişyarî li ser encamên nexwestî yên qedexeya mêvanên Îranî

Minister for Home Affairs Tony Burke Credit: Hilary Wardhaugh/Getty Images
Îraniyên ku vîzeyên mêvaniyê hene, ji roja Pêncşemê 26ê Adarê û pê ve ji bo şeş mehan ji têketina Australya werin qedexekirin. Hukûmeta federal bi derxistina qanûneke nû rê li ber vê qedexeyê vekiriye ku destûrê dide hukûmetê ku sînorkirinên demkî li ser hatina hin kategoriyên xwediyên vîzeyên demkî yên Australya ferz bike, bi taybetî heke ew ji welatên şer lê hene hatine. Pisporên qanûna koçberiyê hişyar dikin ku ev qedexe dikare ji bo nakokiyên siberojê, di nav de dema ku şerekî potansiyel di navbera Çîn û Taywanê de derkeve bibe mînakek.
Share



