Hêro Wîyen dayike, kebaniye, û wênekêşe. Ew ji bajarê Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê ye, di sala 2012 de bi malbata xwe re koçe Australya kiriye.
Ji dema ku hatî Australiya ve, xatun Wîyen di lênêrîna zarokan de wekî perwerdekar kar kiriye û vê dawiyê wekî xebatkara piştevaniya kêmendaman dest bi kar kiriye. Wê çar salan berê li kolîca Adelaide wênekêşî xwendiye. Ew gelekî ji huner û wênekêşiyê hez dike û wexta xwe piştî rojeke westabûnê li kar di wênekêşiya rojavabûnê de derbas dike.



Share






