Îtaliya vedigere jiyana normal e nuh

Dr Shilan Fuad Hussain

Source: Supplied

Bê goman vîrosa korona bi her awayî bandoreke mezin li ser gelek welatên cîhanê kirî ye. lê bandora wê li ser hin welatan zêdetir bû, mînak Îtalya, DYA, Spaniya, Înglistan û yên din û din. Em derbarî bandora vîros korna li ser Îtalya kirî, civaka kurd li Italiya û jina kurd li diyaspora de bi Dr. Şîlan Fuad Husên re diaxafin.


Dr. Sîlan Fuad Husên pispora lêkolînên Rojhilata Navîn e. Ew akademîsyeneke li ser mijarên curbicur e, wek zordariya siyasî, diyaspora, û lêkolînên zayendî de kar dike.

Dr Şîlan ji dema zaroktiya xwe de ji destpêka salên 1990-an de û di dawiya şerê Yekem yê Kendavê li Îtaliya dimîne. 

Helbete vîrosa korona bandor li gelek welan kir lê bandor li hin welatan ji yên din zêdetir kir, ku yek ji wan welatan Îtaliya ye.

Vîrosa korona bi tundî li Îtalya belav bû ku ev jî bû sedema mirina zêdetirî 30,000 kesî ta nuha. Îzolkirina niştimanî ji 9ê Adarê dest pê kir ta 1ê Gulanê ku hukmetê hin qedexwe sist kirine, dibêje Dr Şîlan.

Rewş baştir dibe ku hejmara dozên COVID-19 ya rojane kêm bûye. Gelek pîşesazyên Îtaliya destpêkirine vegerin lê dubarehatina vîrosa korona dikare qedexeyan vegerîne.

"Îtalî dikarin niha rêwitiya di navbera deveran de bikin ji bo seredana mirovên xwe bi şertê ku masûlkeyan (masks) bi kar bînîn. Lê xwendegeh û gelek çalakiyên bazirganî dê girtî bimînin û dê hemî rêwîtiya di navbera herêman de ji bilî rewşeke tenduristiyê, kar û rewşa awarte qedexe bimînin."

Civakeke Kurd e bi çûk li Îtaliya heye ku hejmara wan nêzikî 1000 ye.

Derbarî jinên Kurd yên li diyaspora dijin, Dr Şîlan dibêje, “Jiyana jinê ji ya mêran di civatê de dijwartir e, di heman demê de li welatên rojavayî jî hîn wekhevî çênebûye. Ji demên kevnar ve, civaka kurd wekî civakek serdest ya mêran dihêt nasîn, lê di heman demê de em dibînin ku jinên Kurd dibin serokên girîng yên siyasî.”

“Herweha ji bo jinên Kurd e li diyaspora girîng e ku çarenivîsa xwe bi xwe bi rêve bibin û her perçeyek ji çanda kurdî ya ku ew pê bawer dike li gel xwe bibe. Çand dikare gelek tiştên hêja û dersên hêja bide mirovan, lê ew tu carî nabe asteng li pêşiya te.”

Dr Şîlan herweha dibêje, "yek ji tiştên dijwar ewe ku dema li welatên rojava herdu kultûr te napejirînin, tu ne Kurdî û ne Ewropî, lê divê wisa ne be. Jin dikare jineke modêrn e rizgar be û hest neke ku bandor li ser nasnameya wê dibe."


Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service