Tu carî dereng nîne bo amanca xwe cî bi cî bikî

Source: Supplied by Ramal Hashim
Ramal Hashim di 2003 de dema 15de salîn bû tev diya xwe û dapîra xwe ji Hewlêrê hatin Australya. Wî ji temenekî biçûk de hez ji karê berberiyê dikir. Dema hat Australya wî demekê xwend û karê berberiyê kir. Lê piştî çend salan wî beryar da ku dukaneke berberiyê bikire û bo xwe kar bike. Di destpêkê de dema wî dukan kirî ew rastî gelek dijwariyan bû, lê piştvaniya pîremêrê bi navê Andy ku wî dukan jê kirî hîşt ew di karê xwe de berdewam bike. Karê wî nuha li Adelaide serkeftiye û gelekî dilxweşe bi karê xwe.
Share




