Kovara Kubar ji alîyê Ayşenur Ozel û Leyla Arısoy ve birêve diçe. Herweha têkiliya şêwirmenda kovarê İnan Eroglu jî tê de heye. Amance derxistina vê kovarê dixwazin ku modeya cilûbergên Kurdî bi cîhanê bidin nasîn.
"Em dixwazin modeya Kurdî bi cîhanê nîşan bidin," dibêje Ayşenur Ozel.

Di weşana kovara Kubarê ya yekem de wêneya jineke bi cilûbergên kevneşopî yên Kurd hate bikar anîn.
“Armaca me ku em şêwaza Kurdî bi cîhanê bidin nasîn, lê hin astengî li pêş me derketin, ew jî ji bo ku jin kovarê bi rêve dibin. Herweha astengiyeke din ku em rastî dibin, kêmasî di zanebûna zimanê Kurdî de.”

Kovara Kubarê ya yekem weşana xwe di Rêbendanê de weşand. Mijarên têde tên weşandin derbarî tendirûstiya jinê, mekyac, Şêwaza Xeftanan, modeya cilan ku ne bi tenê cilên Kurdî têde derdikevin. Kovar herweha pêşnîyarên xwendevan jî dipejirîne.

“Em nû ne lê hêviyên me mezinin û daxwaza me ku em berdewam bin.” Dibêje xatûn Ozel.
Formata Kovara Kubar ê yeke elektironiye û li ser internêtê bi belaş tête weşandin.




