Entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav saziyên hukûmeta Sûriyeyê de, pirsgirêkên kevin ên derbarê nasname û mafên Kurdên Sûriyeyê anîn pêş. Guhertinên bilez ên li qada siyasî di nav civaka Kurd de jî nerîn û pirsên cuda derdixin holê. Em bi endamên civaka Kurd a li Australya re axivîn da ku bertek û nerînên xwe li ser peymana di navbera HSDê û hukûmeta demkî ya Sûriyeyê de bizanin. Peymana entegrasyona HSDê di nav saziyên dewletê de hin pirsan derdixe holê, ka ev maf dê çawa werin bicihanîn û gelo dê di dawiyê de di qanûnê de werin bicîhkirin yan na.
Endamên ji civakê ku di bernameyê de beşdar bûn evin, mamoste Shahin Soreklî, berêz Salah Pûresed, berêz Mistefa Xelîl, berêz Nadir Xerîban, berêz mihemed Bêg, berêz Xelid Ezîzî, berêz Heval Herkî û bavê Dêrsim.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Share





