Ala Abasî dûem dercû le bernamey be nawbangî cîhanî MasterChef le wilatî Swêd. Le em lêdwane da bas le ezmûnî ew dekeyn be rêy ew bernameye we û ke çend ruwangey ewyan gorî sebaret be xorak û pêkhatekanî xwardinî Kurdi. Berêz Ala dexwazêt ke le ayindeykî nizik da pirtûkî xwardinî xoy çap bikat.
Ala her le mindallî ye we aşiqî xwardinî Kurdî bûwe û hemîse serincêkî taybetî hebûwe bo durûst kirdinî. Êsta ew be berdewamî wêney xwardine rengawrengekanî le Instagram û le ser blog -î xoy be Swêdî billaw dekatewe.
Herçende Ala dexwazêt ke xorakekan be parawî rabigrêt, ew dellêt carî wa heye be bê wişyarî xwarke Kurdîyekan le gell rojawaîyekan têkell debin.
Ala deyewêt serdanî zortirî Kurdistan bikat bo firawankirdinî zanîyarî xoy sebaret be xwardinî Kurdî, pêş çap kirdinî pirtûkî xwardinî Kurdî.
Share





