Pishtgirî û yeketî bo muzîka kurdî divêt

Source: supplied by Mizgin Tahir
Hunermend MizgînTahir li Dirbêsiya Binxetê di malbateke hunerî de ji dayî bûye. Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî dihat nasîn, birayê wê û xwîshka wê herweha stranbêj bûn. Lê Mizgînê dixwest muzîkeke ji wan cudatir hebe. Li dû kutakirina xwendegeha navîn, wê dixwest biche li zanîngehê beshê konsêrvetwar ê bixwîne, lê him ji ber regeziyê û hem jî ji ber ku civakê li bi awayekî din di wê serdemê de li mûzîkê dinerî, mixabin ew beshdare wî beshî xwendinê nebû. Di destpêkê de wê li Zanîngeha Shamê beshê arkelojiyê dixwend. Li dû du salan wê ew besh berda û sala dawî temam nekir û xwe derbase beshê konsêrvetiwara mûzîkê kir ku di heman demê de mamosteyeke rûsî alîkariya wê dikir. Di sala1999an de dest bi konservatiwarê kir û xwendina xwe di amûjgeha mûzîkê ya bilind de berdewam kir. Di sala 2004 de xwedina xwe li Shamê kuta kir. Mizgîn Tahir beshdare gelek konsêrtan dibe û stranên opêrayê distirê. Ev bû hesht salin li Diyarbekir dijî ku di wê demê de ew bo Akadîmiya Cîgerxwîn ya Huneriyê bo dersdana dengîn û ya mûzîkê hatibû vexwandin. Xatu Mizgîn hêvî dike ku di van nêzikan de albomeke nuh derxîne.
Share



