Hêviya wê ku rojekê bi zimanî Kurdî bi nîvîsîne

Tara Ibo

Source: supplied by Tara Ibo

Helbestvan Tara Îbo ji Efrînêye û di encama rewsha Sûriyê ya aloz ew ji sala 2013 de wek penaber li Hewlêrê dimîne. Ew helbestên xwe li ser evîniyê dinivîsîne û dexwaze bi rêya helbestên xwe peyama evîniyê bighîne xwendevanan. Tara ji temenekî bichûk de ji nivîsandina helbestan hez dikir û bandora helbestvanê nemir Ehmedê Xanî û destana Mem û Zînê gelekî li ser wê hebû. Di dema zaroktiyê de bavê wê chîroka Mem û Zînê ji wê re digot. Herweha bandora helbestvanê ereb Nîzar Qebanî jî li ser wê hebû. Tara Îbo li sirgûniyê û dema bû penaber bi shêweyeke cedî dest bi nivîsandina helbestan kir. Ew bi zimanê erebî dinivîsîne chumkî ew li bajarê Helebê ji dayî bû û li wir perwerde bû. Dîwana wê ya yekem bi alîkariya nivîskar Can Bapîr hat weshandin. Xatu Îbo nuha bi nivîsandina 2 pirtûkan de mijûle, yek bi navê Nameyên windabûyî û ya din bi navê Trîfe û herweha helbesteke bi Kurdî. Em derbarê jiyan û karê xatu Tara Îbo bi wê re axifîn.



Share

Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Watch now