Jina ku amanca wê alîkariya penaberên din bike

Marklin Ebo

Source: Supplied

Marklîn Îbo Kurdek Êzîdiye ji Sûriyê ye; ew di Adara 2017 de tev malbata xwe gihişt Australya. Ew nuha wek Alîkara Piştgiriyê ji bo SSI kar dike. Xatu Marklîn dixwaze bi her awayî alîkariya civata xwe bike.


Marklîn li Efrînê ji dayik bû û li Helebê jiya û perwerde bû. Berî şer li Sûriyê destpê bike Marklîn wekî Parêzer kar dikir. Lê bi encama şer ew û malbata xwe di 2014an de ji Sûriyê derketin û wek penaber li bajarê Hewlêrê sê sal nîvan man.

Dema ku ew hat Australya wê zimanê Îngilîzî nedizanibû. Lê piştî beşdarîya li ew fêr zimanî bû.

Xatû Marklîn ji SBS Kurdî re got ew û xwişka wê yekem Kurdên Êzîdî bûn ku hatin Coffs Harbor û hest kirin ku ev erkê yê wane ku bi her awayî alîkariyê bidin civata xwe.

Marklîn Ebo wek Alîkara Piştgiriyê ji bo SSI nuha kar dike ku ew rola wergêrîyê jî di nav de heye. Ew dixwaze bi her awayî alîkariya civata xwe bike.


Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service