Di nav raporta Hatice Kamer ji Amadê ev babetana hene, Tirkiyê dixwaze îmzeya xwe ji Peymana Stembolê paşve bikşîne, peymana ku jinan li hember tundûtûjîyê diparêze. Ji meha yekê ta 30î Tîrmeha îsal 285 jin li Tirkiyê hatine kuştin, ev hejmar di sala 2019an de 416 bû.
Herweha di nav raportê de behs li ser Mutlu Kaya ku di encama êrîşa peyakî ku dilê xwe ketibû wê bi demançê guleyekê li serê Multu dixe. Mutlu nemir lê felic ma. Xûşka wê Dîlek jî roja Newrozê li Amedê bi destê peyakî hate kuştin. Mutlu nuha dixwaze edalet ji bo wê û ji bo xwişka wê û ji bo hemî jinan pêk bêt.

Share





