"Ziman yek ji girîngtirîn şert û mercên mirovahiyê ye, kilîta danûstendinê ye"

Shahin Bekir Sorekli Credit: SBS
Ziman ji bo gelê Kurd nasnameyeke xurt e ku di dîrokê de ev gela zindî hîştîye. Lê kurd ji ber nebûna ziman û alfabeya standerd rastî astengiyeke mezin hatine. SBS Kurdî di zincîreya bi navê "Ziman Nasnameya Min e" ê nêrînên nû ji mêvanên xwe pêşkêş bike. Mêvanê me zimannas, nivîskar û rojnamevan mamoste Shahînê Bekirê Soreklî ye. Birêz Soreklî nerînên xwe derbarê rêziman û standerdkirina zimanê Kurdî bi me re parevedike.
Ziman yek ji girîngtirîn
şert û mercên mirovahiyê ye. Yanî ziman hinek zana dibêjin mirovahî bi xwe ye û
bo me Kurdan, bi taybetî bo Kurdan, ziman nasnameye.
Bê ziman, eger Kurdan îroj ziman nebe,
bi dîtina min kurdbûn bi xwe jî radibe.
Ziman bingeha nasnameya Kurdan
e. Ziman destpêka afirandina mirovahiyê ye.
Li gor vê yekê mirov bi bikaranîna zimanî dibe xwediyê kesatiyê.
Mirov dikare bibêje ku ziman bingeha raman û zanistê ye.
Lê dabeşkirina welatî hişt ku zimanê kurdî têkeve tehlikeyê, ku îro hin
pirsgirêkan derdixe holê.
Hebûna du elfabeyan, tunebûna bernameyeke rêkûpêk li xwendgehan û
her weha zaravayên ku li herêmên cur bi cur têne axaftin
bûne sedema nebûna yek zimanê standard bo zimanê kurdî.
Lê tev gelek zordariyan ku li gelê kurd bûyî,
ji qedexekirina zimanî bigire ta ne perwerdekirina bi zimanê kurdî,
zimanê kurdî her zindî maye.
Di xelekên li pêş de em ê li ser hewldanên ji bo standardkirina nivîsandina zimanê
kurdî û pirsgirêkên zaravayan bi akademîsyon û zimannasen re
bipeyivin.
Zimannas, nivîskar û rojnamevan Mamoste Şahin Bekir Soreklî, ku bi salên
dirêje gelek nivîsar,
gotar û hevpeyvîn derbarê girîngiya zimanê kurdî nivîsandiye.
Ziman yek ji girîngtirîn
şert û mercên mirovahiyê ye. Yanî ziman hinek zana dibêjin mirovahî bi
xwe ye.
Klîta danûstendinê ye. Yanî ji malbatê dest pê dike,
ziman dihêle mirov bi endamên malbatê re bide bistîne, hevdu fêm bike.
Ziman dihêle endamên civatê bi hevgihîne.
Ziman mirovan digihîne hevdu. Her weha ziman dihêle ku mirov çanda
miletekê fêm bike,
dîroka miletekê fêm bike, stranên miletekê guhdar bike.
Bê ziman mirovahî ji
xwe wenda dibe. Û bo me Kurdan, bi taybetî bo Kurdan, ziman nasnameye.
Bê ziman, eger Kurdan îroj ziman nebe,
bi dîtina min kurdbûn bi xwe jî radibe. Ji ber ku bi sedan sale kurd li gel cînarên
xwe, yên ereb û tirk û faris
dijîn û îslamê gelek erf û adetên wan nêzîkî hev dikirine. Û di
van salên dawî de cîhana me bûye wekî
gundekî. Berê çiyayên kurdan kurd diparêstin. Niha êdî parastin nemaye.
Televizyon û xwendgeh û danûstendin û înternet. Ya kurdan wek miletekî ji
yên din cuda dike ziman e. Û ev zimana biçe, kurdbûn bi xwe namîne. Bi kurtî,
yanî ziman
girîngiya mirovahiyê ye.
inDerbarê standardkirina zimanê kurdî de Mamoste Soreklî bawer dike mumkîn be, lê
ji ber nebûna derfet û îmkanên di destê kurdan de nîn, dê piçekî dijwar be.
Li ser vê gotinê bi rastî gelek nivîsar
nivîsandine di bîst salên çûnî de.
Standardkirin mumkîne, lê
di dest kurdan de ew derfet û îmkanan mixab in ku ez bibêjim tunene. Berê me
bawer dikirin hene, lê em xeşîm bûn. Me rastiya miletê xwe bi rastî nizanibû. Em
ji gelek waran de xeşîm bûn, hêviyên me mezin bûn, em geşbîn bûn.
Niha em bibînin li Îtalya kesekê bîna Garibaldî tê zimanê wan dike yek, zimanekî
standard ji wan re çê dike.
Li Almaniya Martin Luther Încîlê ji latînî vedigerîne almanî û
ew Încîla almanî dibe rêya standardkirina zimanên almanî yan zaravayên
almanî. Ereban Qur'ana wan heye, ji wan re El-Erebîye'l-Füsha çê dike. Lê bo
me tiştekî weha tune li meydanê.
Û derfetên di dest me de, ji ber ku gelê kurd beşbeş bûye û
Kurdistan welatekî mezin e û di navbera wan de çem û çiya hene.
Zarava heta zimanên ji malbata kurdî hatine çêkirin. Û a niha berê sê elfabê
niha du elfabeyên me hene.
Û
her kesek seryekê dikişîne.
Û di nav me de, bi taybetî di nav kurmancan de, zimanzan û
kesên ku bi van tiştan zanibin, jimara wan
gelekî hindik
e. Otorîtiyek
tune ku vî tiştî li ser xelkê ferz bike. Her yek gotinekê dibêje. Ji ber nebûna van
dersan aniha îroj standardkirina Kurdan bi rastî ez bi xwe mümkün nabînim.
Lê wê wateyê nade ku ne mümkün e. Bêguman mümkün e
û dikare çê bibe. Lê jê re dem divê, jê re pere divê, jê re îmkan divê, jê re
piştgirî divê.
Hin caran fêrkirina zimanî bo zarokan yan nifşên ku li derveyî welat mezin dibin
dijwar
e, bi taybetî bo Kurdîzimanan.
Mamoste Soreklî dibêje ya girîng ew e ku ji bo fêmkirin di navbera bav û dayan
û zarokan de hebe û her weha ziman dihêle ku pêwendiya zarokan bi çanda
mirovî de bimîne.
Di salên 1980'yan de bizava fêrkirina zimanê Kurdî li Sydney pêk
-hat, lê mixabin berdewam nekir. -Ziman ji bo hemî
malbatan girîng e. Eger em dixwazin ku
zarokên me ji me tê bigihîn, ne ku tenê tê bigihîn ez birçî na, em îro çi dikî çi
nakî,
na. Meriv li ser mijarekê biaxive bi zaroyên xwe re ku em ji hev fêm bikin, ew
jî bersîva te bidin.
Û her weha eger meriv dixwaze peywendiya zarokên mirovan bi çanda mirovan re
bimîne, bi merîyên wan, xizmên wan re bimîne,
bi apên wan re, bi xalên wan re, bi zarokên wan re bimîne,
bi, bi
çanda wan re, bi stranên Kurdî re, bi, bi
folklora Kurdî re bimîne, ziman gelekî girîng e. Lê ev jî dikare bibe.
Bi taybetî dikare bibe ger li
hinek bajarên Ewropayî binêrî bi hezeran
Kurd hene.
Ew aniha dikarin bi hêsanî zimanê xwe zindî bihêlin, îmkana
xwendgehan vekin yan xwendgehên dawiya hefteyê vekin, xwendgehên êvarê vekin.
Lê pêş her tiştî bêguman amadekirina mamosteyan divê, amadekirina pirtûkan
divê.
Li welatekî wekî Australya gelekî zehmet e. Me hewl da salên 80'îyan de, yanî me
hewl dan ziman fêrkirin bidin, lê heta wê demê ku me dawiya hefteyê dikir zehmet bû.
Ji ber ku jimarêke bi hezaran Kurd ku li herêmekê danîştibin û hemî wekî
şêweyekê zimanê Kurdî biaxifin û alfabeyekê bikar bînin li holê tune.
Ya din materyal tune. Yanî zarok îroj hene materyal tune, divê materyalê bi
wêne hebin ji bo zarokan balkêş bin. Yanî li vir min bi salan zimanê Almanî xwendim
dida. Tu diçî
pola zimanê Almanî, senifa
heftan dest pê dikî. Cem te materyalê
dengî heye, materyalê dengî wêneyî, audio visual heye, pirtûkên balkêş hene.
Tu bi wan dest pê dikî. Tu zarokan wekî ku peyva Erebî teşwîq e, fêrbûna zimanê
Almanî dikî û, û, û, û
tu wan fêr dikî.
Lê ji bo ziman, yanî meriv nedikare - daxwaz tişteke kiryar tişteke. Ji lewma
ji bo me Kurdan gerege
realîst bî, realîst yanî waqî'î bi Erebî. Tu na, em bibêjin na em dikarin bikin û
em dikarin filan bikin. Te dikarî deh zarokan hev kom bikî. Yan her herêmekê
belkî bîst zarokan hevd kom bikî îcar. Va zarokana mumkine temenê wan 8 salî ta 18
salî bin. Bi ser nakeve. Pêş her tiştî daxwaz û meraq hebe,
jimar hebe, mamosteyên têgihîşt hebin ku li cem wan bingehêkî akademî heye,
materyal hebe ku vî zimanî pêşve bixe. Û divê bav û dayî bi xwe bikaribin vî zimanî
bixwînin û binivîsînin. Eger va şert û mercan em gî bi cîh nekin, gelekî dijwar
dibe. Em çi qas dibêjin jî dijwar dibe. Niha ez xwe wek nimûne bidim, behsa xelkê
nekim. Ez,
xelkê min radibe, ey Şahîn tu xelkê fêrî Kurdî dikî, tu xelkê fêrî ziman dikî, tu
zimanê dizanî. Baş e, bira heke tu kes nebê lê zarokên te.
Du lawê min hene.
Dema, dema biçûk bûn min bi çişkî fêr kirin, min fêr stranên Kurdî kirin. Min
hewl da alfabeya Kurdî bi wan fêr kirin bidim. Lê zarok li vî welatî rojê du
saetan bi bav û dayê xwe re derbas nakin. Zarok piranîya demê yan li xwendgehê ne
yan bi hevalên xwe re ne. Û niha li ser lîstikan in, li ser kompûter in, li ser
telefon in. Dûra niha, zewicîn her kes bû xwediyê mala xwe, peywendiya wan bi Kurdan
tune va zarokan. Tu kî çawa fêrî Kurdî bibî? Zarokê wan, tu kî çawa fêrî Kurdî
bikî? Ew gotina ku xûna wan Kurd e, ew gotinên valane. Xûn min tune. Zarok
berhema civata xwe ye. Eger di civatê de fêrî zimên nebe, tu bi zorê nikarî lê ferz
bikî. Li vî welatî tu nikarî tiştekî li zarokan ferz bikî.
Derbarê zaravên zimanê Kurdî, mamoste Soreklî jî di wê baweriyê de ye ku divê te
mirov realistîk be, waqî'î be çimkî zaravên Kurmancî û Soranî du zimanên
cudane û zimanên ji malbata zimanên Kurdî ne û bi taybetî
-dema rê ziman ji hev dûr bin. -Bi salan ez fanatîk bûm, pir serfiş bûm.
Kesekh va gotina te bigota,
ez ê pê re pevbiçima. Min ê bigota baş e, bi Erebî dibêjin zeyekû, bi Surî dibêjin
şlonekû
[eh]
Lubnanê dibêin kîfek û [eh] ê me zaravane filanin. Lê ereban Qur'ana wan heye.
Erebekî Lubnanî û Surî û [eh] Îraqî dikare rojnameyeke Se'ûdî bixwîne û jê fêhm
bike.
Kêşeya me Kurdan ji bo mesleheta neteweyî bi salan me gelek
tabûyên xwe di bin palasê de hîştîn. Me, me, me, me, me li xwe derew dikir û me li
dinyayê derew dikir û gelek derewan me jî hêro berdewam in em li xwe derewan dikin.
-Haşe. -[eh] Na, na, na, yanî bi rastî em li xwe
derewan dikin. Em gelek kêmasiyên xwe, nexaşiyên xwe,
zihniyeta xwe ya paşketî di bin palasê de dêlînin û em xwe dikin [eh] pizot û şêr û
nizanim çi. Em, em ne dikarin behsa tevahiya rastiyê bikin.
Bêguman [eh] komên Kurmancan yên ku nêzîkî komên Soranan in, ji ber ku peywendiya
wan navbera wan dd heye, dikarin piçekî ji hev re fêhm bikin. Lê di nav Soranî de
[eh] hinek zarava hene [eh] û di nav Kurmancî de hinek zarava hene ku em
dibêjin zarava ji hev re fêhm nakin. Na biçê Kirmanşah, ez çiqas zimanê min ez bi
Soranî baş dizanim û ez zaravayên din dizanim. Ez çûme Kirmanşahê me, me, me
dikare bi şofêrê teksî re çêçê fêhm bikim. Yanî bi rastî hinek zarava hene ku em lê
zaravayê Soranî lê dikin û Kurmancî lê dikin du zimanên cuda
ne.
Di, di zimanên Almanî de em niha divê bizanibîz Almanî û Holendî ji paşerehên
malbata
germenîkin gelek ewê wan wekî hev in, lê du ziman in. Yanî hinek şêweyên Soranî û
hinek şêweyên Kurmancî [eh] zimanîn ji malbata zimanê Kurdî ne. Em ne dikarin
navê [eh] zarava ya lehce lê bikin. Eger [eh] kêşe tenê [eh] cudabûna çend
peyvan be ev ne mişkileye, ne kêşeye. Cudabûna peyva em dikarin wekî hevwate,
meradîf, sinonîm bihesibînin. [eh] Em, xem nake tu bibêjî gewre û ez jî bibêjim
mezin. Ev xem nake. Em dikarin bibêjin gewre û mezin hev ji
hevwate ne. Lê dema tu dibêjî min dillêm û [eh] bi Kurmancî tu dibêjî ez dibêjim ev
giramatîkê ji hev dike, rêzimanîyê ji hev dikin. Tu nikarî zarokekî zaro wînî fêr
bikî di polê de.
[eh] Bibêjî [eh] yala ez te fêr bikim I know bi Îngilîzî bi Kurdî yan min dillêm
yan ez dibêjim. Ji ber ku min û ez li vir [eh] ku Kurmancî de ez min û ez cudatiyeke
mezin navberê de heye. [eh] Lewma ji ber ku di rêzimanîyê de cudabûn heye [eh]
ev dibin du beş, du zimanên malbata Kurdî.
Mamoste Soreklî dibêje yekkirina her du zaravan mumkîne. Lê derfet û
îmkanî divêt da ku bikin yek. Û eger hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hêz
bûya û yekgirtî bûya dikaribû pirsgirêka zaravan çareser
bikiriba.
Herweha rêxistinên Kurdî jî tu rola girîng ji bo yekkirin yan
standardkirina zimanê Kurdî nelîstin.
Wekî min got mirov dikare van bike yek, yek standard. Lê derfet û îmkanên îro ji
dest me de [eh] tunene. Te dî pey çend salan [eh] hinek nivîskarên biraderên me
yên [eh] Soran [eh]
û yek ji wan Şêrko Bêkes bû ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestin gotin ev
meseleya behdînîye ev bi Kurmancî ra dibê behdînî ji ber ku xelkê [eh] Dehokê
û devera Behdînê li wir de dibêjin Behdînî. Digot em zimanê fermî bikin
Soranî û ev gelek, gelek Kurmancî hêrs bûn û jê nerazî bûn. Yanî wan ciwanmêran ne
bêyî sedem va tiştan digotin. Herweha, herweha sedemê wan hebûn ku va tiştan
digotin.
[eh] Lewma [eh] yanî eger hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi hêz be û bi yekgirtî be
û hevgitî be na dikaribûn ji bo çareserkirina vê pirsiyarê tiştek
bikiribana.
Lê rêxistinên me tiştek jî yanî ji bo vî tiştî nekirine. We atîfîya dibêjin atîfî
na, na, na zaravane lehcene filanin bîvanin, bîvanin divêt ne tenê bo pirsê
ziman. Kurd divêt em xwe binasin û li rastiya xwe xwedî derkevîn û em kêşeyên
-xwe çareser bikin. -[muzik]
Ji ber nebûna perwerdekirina bi Kurdî û bi taybetî ji bo Kurmancan wan bi
şîyeyeke devokî zimanê xwe domandin.
Mamoste Soreklî dibêje ji bo standardkirinê rêzimanî gelekî girîng e û
eger rêziman nebe her yek ê bi şîyeyekê biaxive.
[eh] Kurdan bi sedan sal zimanê xwe bi şîyeyeke devokî, bi taybetî Kurmanca bi
şîyeyeke devokî domandin.
Lê wê demê parastîbûn nav çiyayan de ew kirin. Lê dema nivîsandinê [eh] û ji bo
standardkirinê rêzimanî gelekî girîng e.
[eh] Dema tu rêzimanî nekî yek her yek bi şîyeyekê dê biaxive. [eh] Tu dikarî
hin caran peyvan bugherî tu dikarî bibêjî ez dibêjim mezin tu dibêjî bêhûda tu
dibêjî nizanim çik. Tu dikarî bira peyv cuda bin. Lê divêt rêzimanî yek be. [eh]
Rêzimanî ku ne yek be tu nedikarî zimanekê bikî standard. Tu nedikarî eger rêzimanî
ji hev cuda be tu nedikarî berhemên hevû din bixwînî. Yanî divêt
nivîskar li gor
[eh] zanînê zimanekê binivîsîne. Ez diherim, tu diherî, ew dihere. Hinek
dibêjin ez darim. Ê ez darim ji diherim têye. Diherim di hecêya devokî bûye darim.
[eh] Yanî [eh] min ji wî re digot, te ji wî re digot, wê ji wî re digot, me ji wan
ra digot, wan ji me re digot va tiştanê.
Gerek e hemî dizanibin. Gerek e tu zanibî dema niha çi ye, dema
derbasbûyî çi ye, dema siberojê çi ye, dema bi şert û merc çi ye, [eh] dema pasîf
çi ye, dema ne pasîf çi ye va tiştana gerek e wekî yanî standard rêzimanîyê de
wekî hev bin. Ku tu van, van, van bi şert û mercan bi kar nehînî tu nedikarî bibî
nivîskarek berhemeke bedew bûyî zimanî. Tu karî bi lehceya xwe binivîsînî kes nikare
te rawestîne. Lê tu nedikarî zimanekî standard biafirînî ji bo miletekê bêyî
rêziman, bêyî giramer.
[muzik]








