Huda Serheng ixwêndkarî Master bû le Peywendîye Nêwdewlletîyekan katêk ke bîrokey durustkirdinî momî bo hat. Ew le pêşanda deywîst ke paşmawekanî ew momaney ke le mallekeyda bekar dehênêt dubare bekar bihênêt û sudîyan lê webigrêt.
Be hoyî hez û xulayî bo dîzayn û babetî kelepurî Kurdîye we Huda Serheng, zorbey dîzanekanî le rengû kulturî Kurdewarî pêkhatûwe.
Xatû Huda bo maweyekî zor lêkollînewe û meşqî kird le see durust kirdinî mom pêş destpêkirdinî fermî be durustkirdinî berhemaknî û firoştinyan.
Foto: Huda Serheng le katî durustkirdinî mom bo le lêdwanêkîya le gell K24 TV.

Karekanîyan geşedekat
Êsta, sallêk ziyatire ke Lala Candles be fermî destî kird be firoştinî mom, û dawakaran bo berhemekanîyan le seran serî Kurdistan û le hemû cîhane we heye.
Taybet be hemû boneyek
Cige le dîzaynî Kurdî û taybet be xoyan, Lala Candles herweha bo hemû cejin û boneyek mom durust deken.





