Xewna diya 6 zarokan ku fêre zimanê Îngilîzî û biçe zanîngehê cî bi cî dibe

Source: Supplied
Xatu Felek Ezo di sala 1999 de dema bi du canan bû tev hevjînê xwe hat Australya û li bajarê Adelaide nishtecê bûn. Hatina welatekî nuh xatu Felek gelek dijwarî dîtin, hin ji wan dûrbûna ji xwedî û dostan, ne-zanîna zimanê Îngilîzî û xwedîkirina 6 zarokan dema hevjînê wê kar dikir. Lê xewna Felekê ew bû ku rojekê ji rojan fêrî zimanê Îngilîzî bibe û biche zanîngehê. Li dû salên dirêj xewnên wê bi cîh-bûn û ew nuha diche zanîngehê û Bachelor of social work/bekaloriyos di karê civakî de dixwîne. Xatu Felek herweha amanceke xweye din jî hanî cih, ew jî xwe-zeîfkirin, di nav 2 salan de wê 32 kilo kêm kirin.
Share



