Mesûd Purzûr (Masoud Porzoor) çendîn behrey heye wekû musik jenî, goranî-bêjî, şêwekarî, çendîn hunerî dîke. Maweyek ew destî kirdûwe be durust kirdinî kartî pîrozbayî û bonekan bo hawrêkanî le katî boşayî xoy da. Ew yekem car destî kird be durust kirdinî ew kardane bo ew mindallaney ke le layen hukûmetew çawdêrî dekrên û hîç dîyarîyek yan kartêkîyan pê nedegeyişt le katî serî-sall da...
Kurdish Artist Masoud Porzoor Source: Supplied
Berêz Purzûr, herweh agoranîbêjêkî deng xoş û behremende, û jimareyek le goranî tomar kirawî heye, le ewane da vîdyo klîpîkêşî billaw kirdûwetew bo goranîyekî be nawî Baran, çend sall pêş êsta. Behoyî nebûnî piştgîrî le layen komellgayî Kurdî Sydney û nexoşî ye we berêz Purzûr maweyeke dûre le karî musîk. Bellam êsta planî tomar kirdinî çendîn goranî nwêy heye be em zûwane.