Derwêş Sîdo di sala 2019 de dukaneke dirûnê vekir, lê roja 3 Hezîranê 2022 wî û herdu kurên xwe Mihemed û xelîl dukaneke berberiyê jî vekirin.
Derwêş Sîdo di sala 2016an de tev malbata xwe hat Australya. Piştî hatinê ew li bajarê Newcastle ku 170km li bakur-rojhilatê Sydney e bi cîh bû. Di sala 2019 de Derwêş Sîdo dukaneke dirûnê vekir, lê roja 3 Hezîranê 2022 wî û herdu kurên xwe Mihemed û xelîl dukaneke berberiyê vekirin, ji bo em zêdetir li ser serkeftina vê malbata penaber zanibin me ev hevpeyvîna bi berêz Sîdo re pêk anî.





