Lêkolîneke ji hêla Bîroya Statîstîkên Australya di 2020-2021de rewşa cixarekêşanê raber dike. Lêkolîn di dema pandîmeyê de hatiye kirin. Cixarekêşan yek ji sedemên herî mezin e ku dibe egera nexweşiyan û mirinan li Australya. Tê texmîn kirin ku çixare salê hema hema 20,500 Australiyan dikuje. Ji bo em bêtir li ser bandorên cixareyê û encamên lêkolînê zanibin, em bi Dr Salah Amêdî ji Perth diaxafin.
Share






