Derwêş Sîdo di sala 2016an de wek penaber di encam şerê li Sûriyê hat Australya. Di nav sê salan de wî karsaziya dirûnê li bajarê Newcastle vekir.
Berî şeş salan birêz Sido, jina wî Zeyneb û sê zarokên wî ji Efrînê û dûre ji Helebê li otobîsekê siwar bûn û berê xwe dan sînorê Libnanê çûmkî rewş li Sûriyê xirabtir dibû. Berî hatina Australya ew çar salan wek penaber li Libnanê man.
Ji bo her koçberekî yan penaberekî ku li welatekî nu niştecê dibin, ew rastî gelek astengiyan dibin û yek ji wan astengiyan jî nezanibûna zimanê welatê te yê nu ye.
Berêz Sîdo dibêje, sala yekem gelekî zehmet bû ji bo wan, lê di hefteya yekem de dema gihîştin Newcastle zarok li xwendegehê hatin qeydkirin û dûre wî û hevjîna xwe dest bi fêrbûna dersên Îngilîzî kirin.

Source: Supplied
Berêz Sîdo heft mehan li TAFE beşdarî dersên Îngîlîzî bû û dûre Job Link ji wî re li kargeheke cilan kar dît. Wî sal û nîvekê li wir kar kir û dûre wî bi hevkariya di navbera Stockland û Geşkirina Projeyên Penaberan (Thrive Refugee Enterprises), rêxistinek ne-jibo-qezencêye piştgiriyê pêşkêşe penaberan dike.
Di encama wê alîkariyê de berêz Sîdo karsaziya bi navê Sido Tailoring vekir.
Derwêş Sîdo ji deh saliya xwe de bi bavê xwe re di fabrîkeya cilan de 25 saln kar dikir.
rêz Sido û malbata xwe kêfxweş in ku ew li Australya dijîn û ew spasiya hukûmeta Australya dikin ji bo pejirandina wan û ji bo vejandina jiyaneke nu li Newcastle.

Source: Facebook