Ger zagonê bişkînî Polîs dê te ceza bike

Peter Thurtell, NSW Police Assistant Commissioner

Source: Supplied by NSW police

Me hevpeyvînek bi Alîkarê Serokê Polîsê NSW (NSW Police Assistant Commissioner) Peter Thurtell re derbarî vîrosa korona, girîngiya jihevdûrketina civakî, mayîna di mal de û neçûna tu şûnan li vê dawiya heftê pêk anî.


Berêz Thurtell ji SBS Kurdî got, wekî ku Serok Wezîr û seroka hukmeta New South Wales dan xoya kirin û bi gelek zelalî li ser jihervdûrketina civakî axifîn ji bo vîrosa korona belav nebe.  Pirr girîng e ku her kes qanûnê  bicîh bike û dûrbûna civakî jî yek ji wan qanûnan e. Lê eşkere ye ku vîros bi hêsanî di nav civakê de belav dibe.  Girîng e ku dûrbûna civakî were domandin ji ber vê yekê em têkilî bi kesên ku têkile vîrosê bûne, têkilî bi wan re neyê kirin

Birêz Thurtell herweha got, “kesên qanûnê bişkînin dê cezayê $1000 bo wan were dayîin û ji bo şirketan cezeyê $5000 e. Ya girîng ku mirov tiştê rast bike. Hikûmet pir eşkere li ser vê yekê axifî.”

Ji ber ku rêwîtî ne yek ji wan qanûnên ku hikûmetê destûr daye, ji her kesî dixwaz dikin ku dawiya vê hefteyê ango “long weekend” li mal bimînin. Gelek parkên karwanan hatine girtin, gelek seyrangeh hatine girtin, û gelek cihên ku xelk bi kevneşopî di Easter de lê kom bibin ew jî girtine.      

Berêz Thurtell dibêje, “bê guman dê di vê dawiya hefteyê de bêtir polîs li ser rê werin dîtin bi taybetî ji ber ku ew demeke kevneşopî ya salê ye ku mirov ji bo “Easter long weekend” diçin îzinê. Di derheqê rola me de em dê cezayên diravîn bidin eger kes ji dervayî qanûnê derkeve.”  

Di derheqî ku polîs nedikarin li her cihekî bin, berêz Thurtell bersîv wusa da.

“Raste polîs ne dikarin li her cihekî bin lê ji ber vê yekê em pişta xwe didin civakê ku tiştê rast bikin. Ji ber vê yekê dema ku mirov difikirin ku wan maf heye biçin dervayê mala xwe divêt berî derketinê baş bifikirin.”

Berêz Thurtell herweha dibêje, “Em hemî xwedan rolekê ne di civakê de ji bo ku vîrosa korona belav nebe û eger ev sala tê wê wateyê ku em neçin tu cîhan ev ne qurbaniyeke mezine dema hûn encamê bidin ber çav û ya baş her kes li mal bimîne.”

Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service
Ger zagonê bişkînî Polîs dê te ceza bike | SBS Kurdish