Penabera ku sal û nîveke li Australya ye li zanîngehê tê pejirandin

Source: Supplied by Warda Hussein
Di dawiya 2014ê de, piştî DAIŞ'ê êrîşe bajarê Şingalê kir, Werde Husên û malbata wê bo ewlehiyê reviyan Duhokê. Piştî mayina du salan li Duhokê, ew û malbata xwe di sala 2017 de hatin Australya û li Coffs Harbour rûniştin. Werdê ber bi hatina Australya li Duhokê dikxwend, lê ji ber ku Australya bi şehadeyên xwendinê yên Îraqî bawer na ke, Werdê ji nuh ve dest bi xwendina bekeloriya kir. Yek ji pêngavên piştî hatina Australya ew çû TAFE NSW û xwe bo xwendina bekeloriya (HSC) qeyd kir. Werdê bekeloriya ango HSC li TAFE di Novembira sala par de kuta kir û li sê zanîngehan bo xwendina dermanvaniyê/pharmacy hat pejirandin, wê Zanîngeha Newcastle helbijart.
Share