Pêshniyarên ewlehiyê bo Christmas û Ser Salê

Source: Supplied by Peter Lennon
Me hevpeyvîneke bi zimanî Înglîzî bi berpirsiyarekî ji plîsên wîlayeta NSW Fermandar Peter Lennon li ser hoshdarî û agadariyên ku pêwîste hevwelatî di dema tatîlên Krîsmes û Serî salê de bizanibin pêk anî. Berêz Lennon dibêje gelekî girîne ku her kes di van demên Christmas û serîsalê de bêhna xwe/xulqê xwe di dema ajotina otomobêlê, li nav bazarê/charshiyê fereh bikin. Ya girîng di dema ajotina otomobêlê de telefona mobile bi-kar-neynin û ya herî girîng zarokên xwe di vê germaya havînê de di nav otomobêlê de bi tenê mehêlin. Tishtekî dinî girîn, dema chûna ser deryayê û ajniyê di nav-berî herdu alên sor û zer ajniyê bikin ji bo jiyana we nekeve tehlûkeyê.
Share



