SBS Kurdî salvegera xwe ya 40 salî pîroz dike

SBS Kurdish 40 Yrs 3 (1).png

Ev bû 40 sal in ku bernameya SBS Kurdî di xizmeta civakê de ye. Di destpêkê de ev bernameya bi zimanê kurdî ya SBS yekemîn bernameya bi vî zimanî bû li cîhanê ku bernameyeke ta radeyeke bilind serbixwe, objektîv û profesyonal e.


Di sala1984 de bernameya bi zimanî Kurdî bi şêweyeke tecrûbe destpêkir. Lê li gor arşîva SBS bernameyê bi fermî di sala1985 de, li dû ked û hewldanên ku ji alîyê mamoste Shahin Bekir Soreklî demekê domandin, weshandina bernameyeke bi zimanê kurdî bi shêweyeke fermî di nav bernameyên Dezgeha Radio 2EA de hat pejirandin.

Di sala 1993de navê dezgehê bû Special Broadcasting Service (SBS) – Dezgeha Ragîhandina Taybet û li Artarmon, li bakurê navenda Sydney, bi cîh bû.

Di wê demê jimara kurdîzimanan li Australyayê gellekî nizm bû, bi saya keda mamoste Shahin Soreklî û pishtgiriya hinek kesan bername bû bernamekeke yeksaetî li Sydney û Melborn.

Di destpêkê de ev bernameya bi zimanê kurdî ya SBS yekemîn bernameya bi vî zimanî bû li cîhanê ku bernameyeke ta radeyeke bilind serbixwe, objektîv û profesyonel e, hem bi Kurmancî û hem bi Soranî bername belav dikirin û bi siyaseta çi dewletan yan rêxistinan ve ne girêdayî bû ne girêdayî ye.

Bername, ne tenê çavkaniyeke ragîhandina bo Kurdîzimanên li Australya bû, lê di heman demê de pireke di navbera Australya û Kurdan de bû.

Her 5 salan carekê jêpirsîn-û-jimartineke fermî (CENSUS) li Australyayê cîh digire û bi encamê aşkere dibe ka kesên di mala xwe de zimanekî ji bilî înglizî çi bi kar dihînin. Li gor CENSUS 2011, li seranserê Australyayê 4,985 kurdîziman hebûn. Ev ji bo bernameya Kurdî nûçeyeke gellekî ne bash bû, lê ligel wê jî, ji çakbextiyê, SBS dema bernameyê li shûna ku kêm bike zêde kir. Ji Gulana sala 2013 û pê ve, bernameya bi zimanê kurdî ya SBS bû hefteyê du sa’etan.

Lê di CENSUS dawî ya sala 2021 de xuya bû ku jimara kurdîzimanan li Australyayê bûye 9,893. Hêjayî gotinê ye ku nuha bernameyên SBS Kurdî rojên Pêncşemê demjimêr 3pn û Yekşemê 2pn pêşkêş dibin.
Bi berfirehbûna bikarhanîna înternêtê û pêshkevtina malpera me re jimara guhdarên me zêdetir bûye. Nuha bi hezaran guhdar li seranserê cîhanê guh didin bernameyên me, yan beşine ji wan.

Di nav 40 salên derbasbûyî de me bi sedan hevpeyvînên bi rêberên kurdan, berpirsên rêxistinên Kurdan, kesayetiyan, stranbêjan, derûnasan, nivîskaran û rewshenbîran re bi rê xistine, lê her weha bi kesayetiyên ne kurdîziman re ji Australya û derveyê Australya jî pêk anîne.

Ji destpêka bernameyê ve Mayade Kurdî Xelîl hevkariya mamoste Shahin Soreklî dikir. Ji sala 2013 heta 2020an Roza Germiyan jî tevlî bernameyê bû.

Di van 40 salên derbas bûnî de gellek kesan alîkariya benameyê kirin, hem li Australya û hem li derve, em spasiya hemiyan dikin. Niha 2 peyamnêrên me hene, Hatice Kamer li Amedê ku 13 salin bi me re ye, û Ehmed Xefûr ji herêma Kurdistanê ku 9 salin bi me re ye. Em spasiya hemû peyamêrên ku di salên par de di bernameyê de bedarbûn dikin.

Dixwazim spasiyên xwe yên taybet û ji dil ji bo ked û xebata mamoste Shahîn Bekir Soreklî ya zêdetirî 32 salan di damezrandin û pêşvebirina vê bernameyê de pêşkêş bikim, ku bi saya wî ev bername hat damezrandin.

Ev endamên ji civaka Kurd di bernameyê de beşdar bûn, Naz Soran, Dr Elî Zêbarî, Nader Xerîban, Misefa Xelîl, Tim Buxton, Tara Fatehî, Dr Roni Demirbag, Gaşaw Jiyala, Jamal Esmailî, Salim Husên, Ismet Taştan û Dr Meryem Akreyî.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike

Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service