Ji ber bandora COVID-19 li seranserê aboriya Australya kiriye, beşên bankan yên federal, wîlayet û herêman ji bo domandina karsaziyên piçûk tedbîrên lezgîn pêk tînin.
Tu kesî hatina vê yekê nedît û bawer nedikir, lê Encûmena Rêxistinên Karsaziyên Piçûk yên Australya,Council of Small Business Organisations of Australia (COSBOA), parêzvaniya karsaziya piçûk texmîn dike ku dê asta bêkariyê ji sedî 10 zêde bibe di encama vîrosa korona ji ber ku karsaziyên ne-pêwîst têne rawestandin e ku zorê dide ser xwediyên karsaziyan ku dê ji bo bi kêmanî şeş mehan rastî astengiyan bibin.

