Ajotvanê Spanî/Kurdî yê pêşbaziya navnetewî

Isaac Tutumlu Lopez (right)

Isaac Tutumli Lopez (right) Source: Supplied

Isaac Tutumlu Lopez Spaniye lê ew ji pashrehên Kurdiye. Bavê wî ji kurdên Bakure û deyka wî jî Spaniye. Isaac li Barsêlona/Barcelona di sala 1985 de ji dayî bûye.


Meraqa Isaac ji temenekî bichûk de li otomomêlan hebû. Di destpêkê de xwediyên wî nepejirandin ku vê meraqê bi cih wîne. Lê li dû îsrara bi salên dirêj wî xwena xwe anî cih û bû ajovanekî navnetewî di pêshbaziya otomobêlan de.

Berêz Tutumlu Lopez di gelek pêshbirkên navnetewî ya otomobêlan de beshdar bûye û gelek xilat jî wergirtine.

Berêz Tutumlu Lopez bo demekê di projeyekê de mijûl bû bo pêkanîna tîmekî ajotinê bi navê Kurdistan Racing Team ku plan dikir li seranserê cîhanê Kurdistanê di pêshbaziya otombêlande temsîl bike,

lê ji ber nebûna pishtgiriya diravîn ji shîrketan, kesatiyên karzas, veberhêneran û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku ji ber rûdanên nuha li wir hene û pirsgirêka bi Daish re, ev proje bi sernekeft. Lê xwena Isaac Tutumlu Lopez ya herî mezin ewe ku rojekê ev tîma pêk bêt.

Di sala 2012 de bo cara yekê bingeha Swêsrî ya federasyona otomobêlan FIA destûr bi fermî dan wî ku di pêshbaziyê de nûnertiya Kurdistanê bike.

Me hevpeyvînek li ser pesherehên wî, meraq û karê wî pêk anî. Birêz Tutumlu Lopez hin gotinan bi Kurdî dizane lê di kurdî de ne-rewanbêje lewma me hevpeyvîn bi zimanî Îngilî pêk anî.

 

 


Share

Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Watch now