Karê hunermendê şêwekar Ruşdî Enwer ê di pêşangeheke bi navê “Road through Kurdistan” wate, Rêya di Kurdistanê li Lendin were raberkirin. Ruşdî Enwer yek ji 16 hunermendên navnetewiye ku pirraniya wan Kurdin karê wan li pêşangehê tê raber kirin. Berêz Ruşdî demeke dirêje li Melbourne dimîne lê ew nuha ji ber karê xwe di navberî Melbourne û Thailand de dimîne, ew wek mamosteyê zanîngehê li Thailand kar dike. Me hevpeyvînek derbarî pêşangehê bi hunermendê şêwekar berêz Ruşdî Enwer re pêk anî.