Piştî xizmeta 40 salî Fermandar Peter Lennon diçe xanenişînê

Source: AAP/Gemma Najem
Fermandarê Rêvebir yê Lêpirsînê/Commander Detective Superintendent Peter Lennon li başûr-rojavayê Sydney li devera Fairfield 40 sale polîse û xizmete civakê dike. Wî di van salên dirêj de gelek bûyer di dema kar de dîtin. Berêz Lennon dibêje di vî 40 salî de gelek guhertin jî di warê teknelojiyê de pêk hatine. Ji teknelojiya telefona mobîlê ta ya ezmûnên DNA. Fermandar Lennon li dawiya karê 40 salî bi hêza polîs re beryar da ku dem hatiye ew biçe xanenişînê. Di van 2/3 salên dawiyê de Fermandar Lennon ji rindiya xwe beşdare bernameya SBS Kurdî dibû ji bo pêşkêşkirina zanyariyan. Lê me got berî ew biçe xanenişînê em hem spasiya wî bikin û hem jî li ser 40 salên ku xizmete civakê wek polîs kir hevpeyvînekê bi wî re pêk wînin, me hevpeyvîn bi pirsa “helwêsta wî li ser 40 salên derbas bûyî çiye destpêkir.
Share



