Di naveroka raporta Xatice Kamer ji Diyarbekir de îroj ev babetana hene: Mihdi Yilmaz behsa rewsha nixweshiya kecha xwe Arîneya 14 mehîn dike ku niha bi dayika xwe Esma 11 meh in di girtîgehê de ye. Nixweshiya bêhntengiyê bi Arînê re heye. Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyê 624 zarokên bichûk di gel dayikên xwe di girtîgehê de ne. Herweha di raportê de behs li ser Feyzullah û Taybet Artuch tê kirin - ku ew li Gundikê Melê ya Shirnexê dijîn, jin û mêr 10 salin li gelek welatan geriyane. Lê ne zimanan dizanin û ne jî dewlemend in.
Share





