Em hevpeyvînê bi pirsa gef û erîshên Tirkiyê li ser bakur-rojhilatê sûriyê û eger YPG xwe ji PKK dûr xînê gelo dê Trikiyê hîn êrîsh bike dest pê dikin?
Berêz Caggins got: Di baweriya min de dê Tirkiyê sedeman ji bo êrîşkirina li ser bakur-rojhilatê Sûriyê peyda bike li ser bingeha dîrokî ya hukumeta navendî û êrîşên wê yên li dijî komên kurd û bi taybetî jî milîşîyatên kurd. Cûdabûn yan jî ferqa çalakiyên YPG û PKK'ê yên li Çiyayê Qendîlê gelekî zelalin. Yekîneyên Parastina Gel YPG, Yekîneyên Parastina Jinê YPJ, û piştre jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji sala 2014an heta 2019an bi alîkariya hevpeymaniya sereke ya Amerîka, bi taybetî bi rêya îstixbaratî, ji bo şer, parastin û rizgarkirina civakên xwe ji destê DAIŞê rawestiyan.
Parvekirin û êrîşên asmanî yên teqez û her weha fînansekirina alavên leşkerî û bazirganiya ji bo hêzên dijî-terorê yên girêdayî bi HSDê divê were zanîn ku wan berdêleke mezin dan. Û helbete serkirdayetiya Kurdî ya HSD û balkişandina wan li ser parastina ewlekariya xelkê di nava Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û girtina 10,000 endamên DAIŞê û her weha bi deh hezaran ji endamên malbatên wan yên girêdayî bi DAIŞê. Helbete, komên li Sûriyê tu planên ku êrîşên leşkerî yên li hundir Tirkiyê bikin nînin.
Me her weha li ser êrîşên Tirkeyê ku tirs û ne-rihetî dikin hindirê xelkê û bi taybetî zarokan jî pirsî. .
Fermandar Caggins dibêje: rişta ku hatiye serê civaka sivîl, zarok û mezinên bêguneh yên ku ji ber êrîşên Tirkiyê tên terorkirin û ew ne tenê êrîşên hewayî ne, bi rastî gelek xemgînî heye. Di nav wan de êrîşên topan hene ku li kinîse, xwndegeh û bajarên wek Kobanî û devera Kamişlî û Derekê xistine. Bi taybetî ya ku ev du sal in li Efrînê diqewime, ku di encama êrişa Tirkiyê de malbatên kurd û malbatên ereb û êzîdî yên li herêma Efrînê ji aliyê komên terorîst û kesên ku berê li wir nejiyane koçber bûne. Terora çandiniyê jî heye. Û her weha av ji aliyê Tirkiyê ve tê qutikirin, bi dam û dezgehan, ava ji çemê Firatê sînordar dike. Û heta ku Tirkiyê êrîşên xwe bidomîne, emê li herêmê bêtir kesên bi trawmaya psîkolojîk bibînin, helbete dê bêtir werin penaberkirin ku ji xeynî Herêma Kurdistanê, yan jî kampên din yên penaberan tu cîh nînin biçin, ku ev jî jiyaneke dijwar û êşên mirovî peyda dike.
Divê çareyek ji bo rewşê were dîtin, xelk nikar jiyana herdem di nav tirsê de derbas bike.
Ew dibêje: Baş e, berî her tiştî divê di navbera PKK, HSDê û Tirkiyê de lihevkirineke aştiyane çêbibe, da ku Tirkiyê bibîne ku HSD û PKK û YPG çima di heman demê de yek in. Dûre, divê çareseriyeke aştiyane hebe. Ku gotûbêj û muzakere di navebera Rûsya û Amerîka jî di nav de pêk bê, ku di heman demê de peymanek ji hêla Tirkiyê hebe ku êrîşan rawestîne. Helbete dê Tirkiye bêje ku ew ji HSDê pabendiyê dixwazin ku êrîş nekin, ez wisa difikirim ku ev yek ji HSDê re hêsan e ji ber ku kane-bûna wan tuneye ku van êrişên ku Tirkiyê îdîa dike ji cih û warên Sûriyê li deverên dûr pêk bîne. Û di wê demê de pêwîst e gotûbêj bi rêya Neteweyên Yekbûyî re berdewam bin ji bo çareserkirina şerê navxweyî yê li Sûriyê û biryarek li ser wê yekê jî hebe ka dê çi were serê Rêveberiya Xweser ya bakurê rojhilatê Sûriyê û di dawiyê de jî çareseriyek ji bo malbat û endamên DAIŞê yên girtî li ku derê dikarin bên dadgehkirin yan jî bên dermankirin û ji nû ve têkilî civakê bibin.
Derbarê derketina hêzên Amerîkî ji bakur-rojhilatê Sûriyê de jî berêz Caggins dibêje: Pêşbîniyeke min li ser wê yekê nîne ku hêzên Amerîkî dê kengê ji bakur-rojhilatê Sûriyê li parêzgeha Hesekê û Dêre Zorê derkevin. Lê ez texmîn dikim ku Amerîkî dê herêmê biterikînin û bi baweriya min girîng e ku serokên li Washingtonê niha, di nav de wezareta dewletê ya Kongresa DYA siyasetekê ji bo afirandina rêyekê ji bo koçberiyê ji bo endamên Hêzên Sûriya Demoqratîk û her weha ji bo serkirdeyên siyasî yên Rêveberiya Xweser, û serkirdeyên karsazî yên ku pêdawîstî û lojîstîk pêşkêşî hêzên Amerîkî li bakur-rojavayê sûriyê dikin. Rêyekê ji bo koçberiyê vekin ji bo vîzeya DYA ji bo wan werin peydakirn, da ku em ji rewşeke bêhêvîbûnê ya ku li Afganîstanê qewimî dûr bikevin.