Raporta Hatice Kamer ji Amedê îroj li ser daxuyaniya serokê Dadgeha Mafê Miorvan li Ewropa Robart Spano ku dibêje serdanên ji Tirkiye ji sedî 27 zêde bûne, 11 hezar û 750 doz di sala 2020an de ji Tirkiye çûne. Tirkiye dest bi vaksînlêdana Covid-19 dike. Ji 13 vê mehê de 10 milyon vaksîn ji kompaniya Sinovak ya Çînî hatiye stendin. Nêzikî 26,000 kes li Tirkiye ji nexweşina Covid-19 mirine. Mijara dawîn di raportê de nerînên sîyasetvan Bayrem Bozyel derbarî rêveberiya Amerika ya nû û behsa hêvî û bendewariyên Kurdan dike.
Share





