Dadgeha Bilind ya Tirkiye doza girtina HDPê vekir

Omer Faruk Gergerlioglu, a human rights advocate and lawmaker from the People's Democratic Party, or HDP, center. Source: AAP Image/AP Photo
Raporta vê hefte yê ji Amedê li ser doza girtina HDPê û betalkirina parlamenteriya parlamenterê HDP Omer Faruk Gergerlioglu ye. Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Tirkiye bi hiceta ku HDP dewamiya PKK ye, bi fermana wan siyasetê dike, li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekir. Dozger dixwaze digel hevserokên HDP Pervîn Buldan, Mîithat Sancar, Selahattîn Demirtaş, Ahmet Turk jî di nav de rêua siyasetê li 687 sîyasetvanên HDP were girtin. HDP vê geşedanê wek derbe binav kir. Li dijî dozê ji Yekîtîya Ewrupa, Amerika daxuyaniyên şermezarkirinê hatin. Heta neha di nav 25 partiyên ku li Tirkiye hatine girtin, 8 partî yên Kurdan e.
Share




