Îdîayên avêtina 2 kese Kurd ji helîkoptireke leşkerî li Tirkiyê

Source: Supplied by Hatice Kamer
Raporta Hatice Kamer ya îroj li ser îdiaya 2 gundiyên Kurd, Osman Şîban û Servet Turgut yên bi destê leşkeran ji helikopterê hatine avêtin e. Osman û Servet di 11 mehê de li gundê Beytûlşebab li Şirnexê bi helkopterê hatin girtin, mirovê wan du rojan ji wan xeberek negirt ta ku telefonek hat û got herdû jî li Wanê di nexweşxanê da ne. Di belgeya dema ku Osman birine nexweşxanê hatîye qeydkirin ku ew ji helîkopterê hatiye avêtin, Servet jî ji cîyekî bilind ketîye xwarê. Birayê Servet, Naîf Turgut derbarê bûyerê agahîyan di raportê de dide.
Share



