Ma te dizanibû ku yek ji pênc zarokan di metorsoya mirinê de ne ji ber nexweşiyeke ku niha bi rêya vaksînkirinê dikare were pêşîlêgirtin? Bernameya derzîlêdanê ya Australya dibe alîkar ku pêşî li encamên giran yên gelek enfeksiyonên zarokan bigire. Ji bo bi destxistina peredanên piştevaniya malbatê - û li hin wîlayetan, xizmetên lênerîna zarokan - divê zarokê we li gorî nexşeya neteweyî bi tevahî vaksînkirî be.

Ji bo agahdarî û serişteyên bêtir derbarê bicîhbûna jiyana xwe ya nû ya li Australya, bibin abone yan li ser podcasta Australia Explained bişopînin.
Ger pirs yan ramanên we derbarê mijarê hene, i me re e-nameyekê bişînin australiaexplained@sbs.com.au.






