Daxwaz bo vaksînlêdan înfluwenzeya vîrosa Brisbane têye kirin

Source: AAP
Daxwaz ji Australiyan hatiye kirin ku vaksîna înfluwenze ango zekemê berî mewsima înfluwenze dest pê bike li xwe xin û pêshiyê li nixweshê bigirin. World Health Organisation/Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî dibêje înfluwenzeya bi navê Brisbane yek ji vîrosên kujere di cîhanê de. Tev ku Australî xwe bo mewsimeke dine zekemê amade dikine, pisporên tendirûstiye ji xelkê daxwaz dikin ku derziyên vaksîna zekemê înfluwenze berî meha Gulanê li xwe xînin.
Share



