Hunermendê 18 salîn Dilan Darî penaberekî ji Kurdên Sûriyê ye. Di temenê sê mehî de dêûbavên Dilan zanibûn ku ew kor e. Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê Dilan û malbatê çûn Herêma Kurdistanê û ji sê salan di kampa penaberan de man. Ji 2016'an de Dilan û malbatê li Amerîka dimînin. Korbûna Dilan tu caran ji bo wî nebûye asteng ku ew fêrî muzîkî nebe. Dilan li gelek amûrên mûzîkê dide. Me derbarê mûzîk û hunermendiya Dilan hevpeyvînek pêk anî.
Share





