Îroj ji pandîmeya vîrosakorona dûr em dê li ser mijareke bextewar bi endamê şaredariya Toowoomba Councillor James O'Shea re li ser bûyereke girîng ya ku her sal li Toowoomba, QLD pêk dihêt ku ew jî Festîvala Kulîlkên Toowoomba ye biaxafin.
Nêzika du salin ku COVID-19 bi rengekî yan bi awayekî bandor li jiyana her kesî kiriye. Em ji berêz O'Shea dipirsin, kengê û çawa vê festîvalê dest pê kir, çalakiyên ku di festîvalê de hene, bandora COVOD-19 li ser festîvalê û em herweha li ser civaka Kurd û Êzîdî jî dipirsin ku di van pênc salên dawiyê de penaberên Kurd e ji Sûriyê û Êzîdî ji Îraqê li wir niştecêbûne. Derbarê vê pirsê berêz O'Shea dibêje ew gelekî ji civakê razîne û hin endamên ji civakê bûne xwedan karsazî ye, wek berber û karsaziyên din.








