Şîna Mîr Tehsîn Beg li Toowoomba

The late Mir Tahsin and members of Yazidi community in Toowoomba mourn his death

Source: Supplied by Salim Hussein

Bi koçkirina Mîr Tehsîn Beg valahiyeke mezin di nav civaka Êzîdî û Kurdan de çê bû. Mîr gelekî heskirî bû û aştî û aramî ji her kesî re daxwaz dikir.


Mîr Tehsîn Seîd Elî Beg, di 15î Tebaxa 1933 de li Baedrê ser bi qezaya Şêxan ji dayik bû. Bavê wî di havîna 1944an de dema temenê Mîr Tehsîn Beg 11 sal bû jiyan ji dest da û ji bo postê Mîrê Êzdiyan hat berbijêrkirin.

Ew di sala 1970 de beşdarî şoreşê bibû, di sala 1975 de jî koçe Îranê kir û di sala 1976 de diçe Londonê û 5 salan li wir dimîne.

Di salên mêrmindaliyê de Mîr Tehsîn Beg, dayka wî Meyan Xatûn serperiştiya karên wî dikir heta ku temenê wî bû 18 sal.

Di temenê 18 salîn de , Mîr Tehsîn bi cîbicîkirina erkên xwe wek Mîrê hemû Kurdên Êzdî rabû, di serokatiya karûbarên dunyayî yên Kurdên Êzdî, herwiha heta bi karûbarên ayînî yên tayfî û civînên karûbarên hozan û welatên din jî yên Êzdî lê bû bûn radibû.

Bi dilekî xemgîn Mîr Tehsîn Beg, Mîrê  Êzdiyan roja 28/01/ 2019 li nexweşxaneyek bajarê Hannover li Almanya di temenê 86 salîn de ji vê cîhanê koch kir.

Em derbarê koçkirina Mîr Tehsîn û şînên ji bow î hatin danîn emê bi berêz Salim Husên – Êzîdiyekî ku li bajarê Toowoomba dimîne biaxafin û em ê herweha derbarê avakirina navendeke kultûrî û hunerî û filimeke derbarê Êzîdiyane bi navê Çiyayê Asê jî baxafin.
Salim Hussein
Source: Supplied
Salim Hussein left, during filming
Source: Supplied by Salim Hussein

Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service