Watch FIFA World Cup 2026™

LIVE, FREE and EXCLUSIVE

Penaberê Êzîdî spasiya Australya dike

Waleed Khalid Alali with his family

Source: Supplied by Simon Scott

Welîd Xalid Elelî û hevjîna xwe bû du salin hatine Australya û gelekî ji hukmeta Australya û ji jiyan li Australya razîne.


Ev bû 2 salin Welîd Xalid Elelî hatiy Australya. Ew di meha 7an 2018 tev hevjîna xwe Îlham gihîştin Australya.   

“Erê, dibê ku ez her roj bîre ax û çiyayê Şingalê dikim, lê jiyan li bajarê Armidale ya Australya gelekî ji ya welatê min çêtir e.”

Australya, nirxê rast ya mirovahiyê dide mirovan, û mirovan li gorî pîvanên mirovahiyê mirov jiyaneke birûmet dijî.

“Ez gelekî kêfxweş im ku ligel malbata xwe (jina xwe û keça xwe) li vir dijîm. Ewlehiya civakî, tenduristî û perwerdeyî û misogerkirina mafên mirovan li vir hene.”

Waleed Khalid Alali with his family
Source: Supplied by Waleed Khalid Alali

“Jin û zarok tiştê serkene li nik humeta Australya, her weha pêşkêşkirina derfetên kar, avakirina projeyan û tiştên din yên têkildare jiyana mirovan hene.”

Berêz Elelî gote SBS Kurdî ku li vî welatî, nefret di nav mirovan de nîne, û her kes li ber qanûn û dadê wekhev in.

“Ez dixwazim spasiya xwe pêşkêşî hukmeta Australya bi giştî bikim û bi taybetî kesên di rêveberiya bajarê Armidale de, balkêşî û pişrevaniya wan ya mezin bo Êzîdiyan.”

Waleed Khalid Aleli
Source: Supplied

Share

Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Watch now