SBS Gelên Aborijinî û Giravên Torres Strait li seranserê Australya wekî Xwediyên Kevneşopî yên Welat û girêdana wan a berdewam bi erd, av û civakê re nas dike.
Gotinên orîjînal ên Advance Australia Fair di sala 1878an de ji hêla mamosteyê xwendegehê û strannivîsê Australî Peter Dodds McCormick ve hate nivîsandin. Stran di 19ê Nîsana 1984an de wekî sirûda neteweyî ya Australya hate pejirandin.
Di sala 2021an de gotinên di rêza duyemîn a Sirûdê de ji 'ciwan û azad' bû 'yek û azad' hatin nûvekirin da ku tevlêbûnê nîşan bidin.
Sirûd di merasîmên fermî, pêşbirkên werzîşê û bûyerên din ên civakê de tê bikaranîn.
Gotinên Sirûda Neteweyî ya Australya
Bila hemû Australî şa bibin,
Çimkî em yek û azad in;
Xaka zêrîn û dewlemendiya me ji bo xebatê;
Welatê me bi deryayê dorpêçkirî ye;
Axa me bi diyariyên xwezayê tijî ye
Ji bedewiyê, dewlemend û kêmpeyda;
Di rûpela dîrokê de, bila her qonax
Autralya pêşve bibe şahane.
Bi awazên şahî bila em bistrên,
Australya pêşve bibin şahane.
Di bin Xaça me ya Başûr e geş de
Em ê bi dil û destan kar bikin;
Ji bo em Commonwealtha xwe bikin
Nav hemû axên navdar;
Ji bo kesên ji seranserê deryayan hatine
Deştên me yên bêdawî ku em parve bikin;
Bi wêrekî em hemû bibin yek
Australya pêşve bibin şahane.
Bi awazên şahî em bistrên,
Australya pêşve bibin şahane.
- Credit: Don Arnold/Getty Images
Sozê Hemwelatîbûna Australya
Ji dema destpêkirina hemwelatîbûna Australî di sala 1949an de, zêdetirî şeş milyon kes bi rêya dayîna fermî bûne hemwelatî.
Merasîmên hemwelatîbûnê ji hêla şaredariyên herêmî ve têne amadekirin, di nav de Roja Hemwelatîbûna Australya ku di 17ê Îlonê de tê pîrozkirin.
Wekî beşek ji merasîmê, Sirûda Neteweyî ya Australya tê gotin, û mirov sond dixwin ku berpirsiyariyên hemwelatîbûna Australya dipejirînin.
Du guhertoyên sondê hene, yek ji wan behsa Xwedê dike.
Sozê guhertoya 1
Ji niha û pê ve, di bin Xwedê de,
Ez sozê dilsoziya xwe didim Australya û gelê wê,
baweriyên wan ên demokratîk parve dikim,
rêzê li maf û azadiyên wan digirim, û
qanûnên wan biparêzim û guh bidim wan.
Sozê guhertoya 2
Ji niha û pê ve,
Ez sozê dilsoziya xwe didim Australya û gelê wê,
baweriyên wan ên demokratîk parve dikim,
rêzê li maf û azadiyên wan digirim, û
qanûnên wan biparêzim û guh bidim wan.
Sirûda Neteweyî ya Australya û sozê hemwelatîbûnê bi zimanê xwe bixwînin û guhdar bikin