Li Amedê, li gondê Çolî, di 19ê Tebaxê de zarokeke 9 salî wunda bû, navê wê Narin Guran bû. Meytê wê piştî 18 rojan di newalek de hate dîtin. Dayika wê Yuksel, birayê wê Enes (19), Apê Salim Guran, bi sûcê kuştina Narînê bi hetahetayê hatin cezakirin.
Gundiyê ku Navê wî Nevzat Bahtîyar e bi destê xwe Narîn veşartîye lê wî malbat bi kuştina Narînê sûcdar kir. Lê Baxtîyar bi 4 sal û 5 meh cezayê zindanê hate birîn.
Malbata Narîn, li gund, li pêş gora keça xwe dest bi çalakîya edaletê kirin. Ew dibêjin malbata Narînê bê sûc û guneh e, bi nebûyekê re rûbirû mane. Malbat îdia dike ku ''Kujerê rastîn hate xelatkirin, malabata wê hate cezakirin.'' Hun dikarin hurgiliyan di raporta Hatice Kamer ji Amedê gohdar bikin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike




